Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Hevserokatiya PJAKyê wiha ye:
“Pêla nerazîbûnên gel li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê rojbiroj berfirehtir dibe. Îlam û Kirmaşan di berdewamiya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de pêşengên Kurdistanê ne û niha mil bi milê Hemedan, Luristan û Bextiyariyê, careke din Zagros veguherandine sembola berxwedana li dijî zilm û dîktatoriyê. Em silavê li biryardarî û vîna gelê xwe yê li van deveran dikin.
Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê, wekî berê bersiva nerazîbûn û serhildanên gel bi gule û fişaran dide. Di vê çarçoveyê de, hêzên Komara Îslamî li bajarên Kûhdeşt, Ezna, Delfan, Lordegan û Hersînê dest bi kuştina serhildêran kirin û îro jî dest bi komkujiya gelê Melikşahî yê parêzgeha Îlamê yê ku rabûye ser pêyan, kirin. Em Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), van êrişên dijmirovî û hovane bi tundî şermezar dikin. Em berfirehbûna nerazîbûnên demokratîk û piştevaniya hemû alî ji bo gelê Kirmaşan, Îlam, Luristan, Hemedan û Bextiyariyê yên ku rabûye ser pêyan, ji aliyê hemû herêmên Kurdistanê ve gelekî pêwîst dibînin. Şehîdên Melikşahî çesipandin ku îro Îlam û Kirmaşan dilê pêşeng yê Kurdistanê û pêşengên azadî û demokrasiyê li Îranê ne. Ew şehîdên şoreşa rastîn a gelên Zagrosê ne.
Bijî serhildana demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û Jin, Jiyan, Azadî”
Qendîlprêss