Donald Trump gef li Îranê xwar û da zanîn ku “eger xwenîşanderan bikujin Amerîka dê bi hawara wan ve biçe.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got:
“Eger Îran xwenîşanderên aştîxwaz gulebaran bike û bi awayekî hovane bikuje ku ev edeta wan e Amerîka dê bi hawara wan ve biçe.”
Trump di berdewamiya peyama xwe de îşaret bi amadehiya leşkerî kir û got:
“Em bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne û li benda tevgerê ne. Spas ji bo guhdana we ya ji bo vê mijarê!”

Qendîlprêss