Elî Larîcanî bersiv da Trump: Destwerdan tê wateya têkçûna herêmê

Sekreterê Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî li ser gefa Donald Trump got, “Divê Trump bizanibe ku destwerdana Amerîkayê ya di vê mijara navxweyî de tê wateya têkçûna rewşa hemû herêmê û tunekirina berjewendiyên Amerîkayê.”

Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bersiv da gefa Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser xwenîşandanên dawî yên li Îranê.

Elî Larîcanî ragihand, “Bi helwesta Trump û berpirsên Îsraîlê, paşxana bûyerê zelal bû.

Em helwesta esnafên nerazî û kesên têkder ji hev cuda dikin.”

Elî Larîcanî hişyari da Amerîkayê wiha anî zimên:

“Pêwîst e Trump bizanibe ku destwerdana Amerîkayê ya di vê mijara navxweyî de tê wateya têkçûna rewşa hemû herêmê û tunekirina berjewendiyên Amerîkayê.”

Larîcanî hişyari her wiha got, “Divê gelê Amerîkayê bizanibe ku Trump ev serpêhatî daye destpêkirin. Divê ew agahdarî leşkerên xwe bin.”

 

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *