Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA) xelata Alîgirên Herî Baş a sala 2025an da tîma Zaxoyê.
Alîgirên tîma Zaxoyê bi dehan hezar pêlîstok avêtibûn nav stadyumê û pişt re diyarî zarokên nexweş kiribûn.
Tîma werzişê ya Zaxoyê îro dîrok nivîsî û wekî tîma yekem a Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû Asyayê, bû xwediyê xelata FIFAyê ya 2025an a alîgirên herî baş.
Salane Federasyona Futbolê ya Cîhanê xelatên (The Best) belav dike.

Qendîlprêss