Hêzên Îranê di du rojên dawî de 5 kes li Şinoyê girtin

Di nava du rojên borî de, hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 welatî desteser kirin.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, doh welatiyê bi navê Şoreş Serûtê xelkê gundê Nelîwanê yê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hatiye desteserkirin.

Heman rojê Hesen Şadîxwazê xelkê gundê Sînganê yê heman bajarî jî ji aliyê hêzên Îtlaatê ve li mala xwe hatiye desteserkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.

Her wiha pêr jî 3 welatiyên din ên xelkê Şinoyê yên bi navên Îsmaîl Seyîd Mehmûdiyan, Hêriş Perniya û Şiwan Îbrahîmî jî hatibûn desteserkirin.

Heta niha derbarê sedema desteserkirin û cihê wan 5 welatiyan ti zanyarî nehatine belavkirin.

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *