Hevserokê Giştî ya Partiya DEM, Tûncer Bakirhan, di civîna koma xwe ya partiyê de li ser helwest û siyaseta Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Bakirhan got ku “ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destên dostaniyê li Tirkiyê tê dirêj kirin, lê divê ev dest êdî li hewa nebe.”
Wê di gotineke xwe de jî destnîşan kir ku wan vexwendin ji Ilham Ehmed re şandiye da ku bêşdarî konferansa li Stenbolê bibe û wê jî ev vexwendin qebûl kiriye. Bakirhan berê jî ragihandibû ku Îlham Ehmed ji bo konfransa navneteweyî a Partiya DEM vexwendin wergirtibû û hefteya dawî li Stenbolê dê bê lidarxistin.
“Em li bendê ne ku Îlham Ehmed were Tirkiyê”
Bakirhan di devamê de got:
“Wê jixwe jî amadebû ku tevlî be. Lê heta niha bersivek rasmi ji me re nehatiye dayîn. Em li bendê bersiveke erênî ne.
Bila Îlham Ehmed were Tirkiyê. Bila li ser Sûriyeyê, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirs û civabên xwe rûmetdar bidin. Rûnin, biaxivîn û li hev bikin.
Dîplomasî û diyalog ji bo çareseriyê ne. Reva ji çareseriyê bi astengkirina destekên Kurdan ên li Sûriyê nayê çêkirin.
Li dijî vê re, diyalog û danûstandin dê herêm û me hemûyan rehet bike. Lewma em xwestin ku desthilatdarî helwesteke vekirî û hêsan li ser sêwqandina Îlham Ehmed bidin.”
Qendîlprêss