Li dijî herêmên xweser di hefteyekê 13 êriş

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û şaneyên DAIŞˊê di hefteyekê de li dijî Reqa, Dêrazor û Tebqayê 13 êriş pêk anîn.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 15 heya 21ˊê Mijdarê li Dêrazor, Tebqa û Reqayê êrişên curbicur ên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û şaneyên çeteyên DAIŞˊê yên li dijî sivîlan û hêzên parastinê pêk hatin. Li hemberî êrişan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina herêmê serferber bûn.

Êrişên ku ji aliyê ajansa me ve hatine tomarkirin, wiha ne;

15ˊê Mijdarê, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronên xwekuj û çekên giran êrişî nuqteyên QSDˊê yên li eniya gundê Xanim El Elî yê li rojhilatê Reqayê kir, di encamê de 3 şervan birîndar bû. Dûre QSDˊê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku êriş têk biriye û êrişkar birîndar bûne.

Di heman rojê de kesên li ser motorsiklêtê siwar bûbûn, diruşmên DAIŞˊê diavêtin û sembolan wan rakiribûn, li bajarokê Baxozê erebeya hevserokê Şaredariya Baxozê Ehmed Nafii gulebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

16ˊê Mijdarê, dema endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn vedigerî mala xwe li ser rêya lez a li bajarokê Mihêmîdiyê yê rojavayê kantona Dêrazorê ji hêla çekdaran ve hatibû gulebarankirin û di cih de şehîd bû.

18ˊê Mijdarê, kesên nenas Komeleya Perwerdê ya bajarokê Xeranîc ê rojhilatê kantona Dêrazorê şewitandibû û di encamê de zirarên madî çêbûn. Ev bûyer piştî çend hefteyan ji şewitandina avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarokê Ebû Hemam a li heman gundewarî û nivîsandina gotinên girêdayî çeteyên DAIŞˊê, pêk hat.

19ˊê Mijdarê, QSDˊê 2 dronên çeteyên DAIŞˊê ku ji nuqteyên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz ên li eniya gundê Xanim El Elî yê gundewarê rojhilatê Reqayê derketibûn, xistibûn xwarê. QSDˊê bi dîmen aşkera kiribû hin koman ji bo hêsankirina êrişa DAIŞˊê destek dabû. QSDˊê bi şev bersiv da cihê derketina wan dronan li gundewarê başûr û rojhilat ê Reqayê.

20ˊê Mijdarê, bi çekên giran pevçûnên li heman eniyê dewam kirin. Hêzên hikumeta veguhêz rêya di navbera Reqa û Dêrazorê de ya li nêzî bajarokên El Bohemed û El Xanim El Elî yên rojhilatê kantona Reqayê de girtibûn û li ser benda kontrolê ya Reqa-Meidan bi dehan ciwanên di hundirê basên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Dêrazor û herêmên hundirê Sûriyeyê ve diçûn, girtin.

Di heman rojê de, çeteyên “Firqeya 80ˊan” ên girêdayî hikumeta veguhêz bi çekên sivik û navîn êrişî xelkê gundê Cib Ebyed ê bakurê bajarê Dêr Hafirê yê gundewarê kantona Tebqayê kiribû, sivîl birîndar bûbûn. Ew êriş, piştî 2 rojan ji qetilkirina Ebdullah El Mûsa yê ji heman gundê pêk hatibû.

Di heman rojê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke DAIŞˊê ya ji 2 kesan pêk tê yên ji Hesekê bê bandor kiribû. Hêzan ragihandibû ku wan her du çeteyan li xwe mikur hatibûn ku bi çavdêriya serkirdeyan li Şamê û Serêkaniyê li dijî QSDˊê û Ewlekariya Hundirîn êriş pêk anîne, çekdî, pere û kordînat dane wan.

21ˊê Mijdarê, şaneyên DAIŞˊê li bajarokên Ebrîha û Zîban ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi gule û bombeyan êrişî nuqteyên ewlehiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribûn, lê tu kes birîndar nebûbûn. Hêzan bersiva jêderên êrişan dabûn û dewriyeyên şopandina êrişkaran pêk anînbûn.

Ev êrişên metirsiyên firehbûna xeleka rageşiyê li herêmê çêdikin, lê QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku ji bo parastina şêniyan û misogerkirina aramiya herêmê amade ne rûbirûyî van gefan bisekinin.

تلاش دوباره

Salar Rengemîz, bi tawanên sîxurî û xerabkirina ciwanan, li Sine hat cezakirin

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, der barê çalakiya ku li bajarê Sine pêk anîne de daxuyaniyek …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *