Lihevkirina Dîrokî ya Şam û Waşîngtonê: Şerî û Trump Li Ser Yekkirina Sûriyeyê, Entegrasyona QSD’ê û Rakirina Cezayên Sezar Li Hev Kirin

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê daxuyand ku Ehmed El Şeri û Donald Trump de li hev kirine ku Peymana 10’ê Adarê bidomînin, QSD’ê tev li artêşa Sûriyeyê ya dê were avakirin bikin û saziyên dewletê ji nû ve bikin yek. Her wiha hate diyarkirin ku DYA’yê diyar kiriye ku ew ê piştgiriya hewildanên ji bo gihîştina peymaneke aştiyê bi Îsraîlê re bike.

Serokê hikumeta veughêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri duh serdana DYA’yê kir û li Koşka Spî hevdîtin bi serokê DYA’yê Donald Turmp re pêk anî.

Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtinê, lihevkirinek ji bo pêşvebirina entegrekirina Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) di nav artêşa Sûriyeyê de û ’’peymana ewlehiyê’’ di navbera Sûriye û Îsraîlê de çêbûye.

Wezaretê, di daxuyaniyeke ku roja duşemê hat weşandin de, ragihand ku serdana El Şeri ya li Koşka Spî ’’dîrokî ye ji ber ku ev cara yekem e ku serokekî Sûriyeyê li Washingtonê hatiye pêşwazîkirin û hevdîtinek bi Serokê Amerîkayê re kiriye.’’

Wezaretê daxuyand ku hevdîtin di atmosferek dostane û avakar de pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniyê, Trump ’’kêfxweşiya xwe ji bo rêveberiya nû ya Sûriyeyê” aniye ziman û diyar kiriye ku ew “bi biryar e ku di serdema pêş de hemû piştgiriya ku pêdiviya rêveberiya Sûriyeyê pê heye bike.’’

Wezaretê ragihand ku li ser talîmatên Trump, di navbera Wezîrê Karê Derve Esed Şeybanî, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Ruboî û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de “civîneke xebatê” ya sêalî pêk hatiye û armanca civînê “diyarkirina mekanîzmayên bicîhanîna peymana di navbera her du serokan de”ye.

ENTEGREKIRINA QSD’Ê

Di daxuyaniyê de hat gotin, Trump û El Şeri li hev kirine ku Peymana 10’ê Adarê bidomînin, QSD’ê tev li artêşa Sûriyeyê ya dê were avakirin bikin û saziyên dewletê ji nû ve bikin yek. Her wiha hate diyarkirin ku DYA’yê diyar kiriye ku ew ê piştgiriya hewildanên ji bo gihîştina peymaneke aştiyê bi Îsraîlê re bike.

SEKINANDINA PEYMANA SEZAR

Wezareta karên derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bal kişand ser bandorên aborî jî û daxuyand ku Trump soz daye “mueyîdetan rake û deynan bi rêjeyên faîzê yên maqûl bide da ku pêşkeftinê pêşve bibe.” Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê roja Duşemê ragihand ku hemû cezayên di bin Qanûna Sezar de ji bo 180 rojan hatine rawestandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Ji bilî hin cezayên ji ber dan û standinên bi Rûsya û Îranê ve girêdayî, hemû qedexeyên aborî hatine rakirin .”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî ragihand ku Trump “pabendbûna xwe ya ji bo dabînkirina derfetek ji bo ji nû ve avakirin û geşepêdanê ji bo Sûriyeyê bi cih aniye.” Wezaretê her wiha pêkanîna “siyaseteke nû ya rêziknameya aborî ya ku şîrketên amerîkî, saziyên darayî û hevkarên navneteweyî teşwîq dike ku beşdarî aramiya Sûriyeyê bibin” ragihand.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şenseke duyemîn dide Sûriyeyê ji bo ji nû ve pêşxistin û serkeftinê di têkoşîna li dijî terorê de. Rakirina mueyîdeyan armanc dike ku alîkariya Sûriyeyê bike ku pêşerojek yekgirtî û aştiyane ava bike.”

Piştî hevdîtina Trump û El Şeri civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Turmp diyar kir ku ew ê her tiştî bikin da ku alîkariya Sûriyeyê bikin ji bo ku bibe dewleteke serkeftî. Turmp her wiha got, cara yekem aştî li Rojhilata Navîn mumkin e û ev tişt anî ziman: “Ez bawer dikim ku Sûriye dê dîsa rabe ser pêyan. Hûn dikarin di demeke nêzîk de li benda hin daxuyaniyên girîng bin.”

تلاش دوباره

Trump Operasyona ‘Projeya Azadiyê’ ya li Tengava Hurmizê rawestand

Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana rawestandina operasyona “Projeya Azadiyê” ya ji bo parastina keştiyên li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *