Vegerê penaberên iraqî yên di Kampa Holê de hê jî berdewam dike. Îro bi hevahengiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komîteya Ewlehiyê ya Koçberan û Meclisa Iraqê, karwanek din ji penaberên iraqî ji kampê derket.
Ev karwan ji 249 malbat (840 kes) pêk tê ku îro sibeh ji Kampa Holê derketin û ber bi Iraqê ve çûne. Wan dê di Kampa Ceda ya li parêzgeha Nînewayê de bicih bikin. Derketina wan di bin çavdêriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî de bû.
Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, ji destpêka salê ve 13 karwanên penaberên iraqî ji Kampa Holê derketine. Vegerên wan bi koordînasiyonê ya navbera Rêveberiya Xweser, hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî têne pêkanîn.
Di Kampa Holê de hê jî deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê û penaberên ji welatên erebî û din ên cîhanê dijîn, ku ji ber vê yekê ev kamp wekî herî metirsîdar a cîhanê tê nasîn.
Qendîlprêss


