Di daxuyaniyeke nû de, Hûsiyan ragihand ku serfermandarê giştî yên xwe, Mihemed Ebdulkerîm El Xemarî, hat kuştin û ew berpirsyarî vê kuştinê hilgirt ser Îsraîlê.
Li gor gotina wan, aloziya bi Îsraîlê re hîn bi dawî nebûye û wan bersiva “sûcan” ê Îsraîlê dê bidin. Lê di daxuyaniyê de dema rast ya kuştina El Xemarî nehate diyarkirin.
Li aliyê din, wezîrê parastinê Îsraîlê, Israel Katz, ragihand ku “El Xemarî di êrişa Îsraîlê ya li dijî civîna leşkerî ya bilind a Hûsiyan li Senaayê, di Hezîrana 2025’an de, bi giranî birîndar bû û paşê hat kuştin.”
Qendîlprêss