Qedexeya ku Tirkiyeyê li ser balafirxaneya Silêmaniyê danîbû hat rakirin

Piştî qedexeya du sal û nîv ya li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê Serokê Têkiliyên Xeta Esmanî ya Tirkiye Yehya Ustun diyar kir ku wê di demek nêzîk de firîna balafiran ya ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê dest pê bikin.

Di 3’yê Nîsana 2023’an dewleta Tirkiye geştên firîna balafiran ya ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê dabû sekinandin. Her gavê bi hincetên cuda ev qedexe dirêj dikir.

Di saetên şevê de Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di encama hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de ferman hatiye dayîn ku geştên esmanî yên ji balafirxaneyên Tirkiye ya ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê bên destpêkirin.

Her wiha hate ragihandin ku ev biryar di çarçoveya têkiliyên xurt ên Herêma Kurdistanê û komara Tirkiyeyê de derketiye.

Li aliyê din Serokê Têkiliyên Xeta Esmanî ya Tirkiye Yehya Ustun ragihand ku wê di demek nêzîk de firîna balafiran a ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê dest pê bikin.

تلاش دوباره

Salar Rengemîz, bi tawanên sîxurî û xerabkirina ciwanan, li Sine hat cezakirin

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, der barê çalakiya ku li bajarê Sine pêk anîne de daxuyaniyek …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *