Trump û Erdogan li Koşka Spî civiyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump û hempîşeyê wî yê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Spî li hev civiyan. Mijara sereke ya civînê Sûriye bû. Trump ji Erdogan xwest ku “kirîna petrola Rûsyayê rawestîne” û gelek mijarên din jî jê “şerê li Ukraynayê” nîqaş kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civînekê li gel hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser daxwaza Erebistana Siûdî, Tirkiye û Qeterê cezayên li ser Sûriyeyê rakirin. Îro dê der barê Sûriyeyê de ragihandineke girîng hebe.”

Li gorî Trump “destê Erdogan di têkbirina rejîma berê li Sûriyeyê de hebû û bi saya Enqereyê ev guhertin çêbû”.

Trump destnîşan kir ku lihevkirina bi Tirkiyeyê re “kilîta bidestxistina aramiyê li herêmê ye” û Washington dê koordîneya xurt bi Enqereyê re di dosyayên ewlehiyê û siyasî de bidomîne.

Erdogan jî got serdana wî ji Washingtonê re, ji bo nîqaşkirina gelek dosyayan, hevkariya leşkerî, rêkeftinên çekan û xurtkirina têkiliyên bazirganiyê, derfet e.

Trump û Erdogan, şerê li Ukraynayê, nîqaş kirin. Her wiha Trump ji Erdogan xwest ku kirîna petrolê ji Rûsyayê rawestîne heke Moskovê şerê xwe domand, rewşa li Xezayê jî di rojevê de bû. Trump destnîşan kir ku “dibe rêkeftin nêzîk be”.

تلاش دوباره

Trump Operasyona ‘Projeya Azadiyê’ ya li Tengava Hurmizê rawestand

Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana rawestandina operasyona “Projeya Azadiyê” ya ji bo parastina keştiyên li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *