Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî eşkere kir ku wan derbarê wergirtina petrola hilberandî ya Herêma Kurdistanê gihiştine lihevkirineke dîrokî.
Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku ew 18 sal in li benda vê lihevkirinê bûn û got:
“Wezareta Petrolê ya Federal mîqdara petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin û bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyê tê hinardekirin, werdigire.
Hinardekirina petrolê belavkirineke dadperwerane ya dewlemendiyê û cihêrengkirina bendergehên hinardekirinê garantî dike.
Ev lihevkirin destkefteyeke ku em 18 sal li bendê ne.”
Her wiha Wezareta Petrolê ya Iraqê jî da zanîn ku wan bi Herêma Kurdistanê re li hev kirine da ku ji bilî mîqdara ku ji bo armancên navxweyî tê bikar anîn, petrola li Herêma Kurdistanê tê hilberandin, werbigirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ew ê hemû petrola Herêma Kurdistanê wergirin û li gorî destûr û qanûna budceyê ya Iraqê bi rêya bendera Tirkiyê were hinardekirin.
Qendîlprêss