Thomas Barak: Sûriye û Îsraîl nêzî îmzekirina peymanekê ne

Thomas Barak ragihand ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê di encama dan û standinên bi serperştiya DYA’ye de, nêzî îmzekirina peymanekê bûne.

Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Sûriyeyê Thomas Barak ragihand ku Şam û Tel Avîv, bi serpereştiya DYA’yê nêzîkî îmzekirina peymanekê bûne. Li gorî peymanê dê Îsraîl êrişên xwe rawestîne, Sûriye jî dê wesayît an alavên leşkerî yên giran nêzî sînor neke.

Di dema civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de, Barak destnîşan kir ku ev peyman dê bibe gava yekem a ber bi têgihaştineke ewlehiyê ya berfirehtir ve, her wiha da zanîn ku dan û standin bi “niyeta baş” têne kirin.

Barak diyar kir ku “Serokê DYA’yê Donald Trump dixwest vê hefteyê peymanê ragihîne, lê pêvajo têra xwe bi pêş neketiye û destnîşan kir ku “betlaneya Sersala Cihûyan bû sedema derengketina dan û standinan.”

تلاش دوباره

Trump Operasyona ‘Projeya Azadiyê’ ya li Tengava Hurmizê rawestand

Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana rawestandina operasyona “Projeya Azadiyê” ya ji bo parastina keştiyên li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *