Piştî du rojan, Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê bi dawî bû. Hêzên Operasyonê ragihand ku wan encamên girîng bi dest xistine û karîbûn planên êrişan pûç bikin. Her wekî eşkere kir ku wan 11 çeteyên girêdayî DAIŞ’ê girtine û kozikên wan li hindir û derveyî kampê ji ortê rakirine.
Wan diyar kir ku ji bo bidestxistina van encaman, Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî roleke diyarker lîstiye. Piştî du rojan, qonaxa nû ya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê bi dawî dibe.
Hêzên Operasyonê, Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Ewlekariya Hindirîn û yên Jin ragihand ku wan di vê operasyonê de, encamên girîng bi dest xistine.
Hêzên operasyonê: 11 çeteyên girêdayî DAIŞ’ê hatin girtin
Di nava 2 rojan de, 11 çeteyên girêdayî DAIŞ’ê hatin girtin û bi vê re plana pêkanîna êrişan li dijî Rêxistinên Mirovî hat pûçkirin.
Hêzên operasyonê: Torên terorîstan ên di kampê de hatin hilweşandin
Li tenişta wê, torên çeteyan ên di nava Kampê de hatin hilweşandin û di encama operasyonên taybet de, kozikên plandanîna êrişan ên li hindir û derveyî kampê ji ortê hatin rakirin.
Hêzên operasyonê: QSD û Koalîsyonê roleke mezin lîst
Hêzên Operasyonê eşkere kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî piştgiriyeke berçav pêşkêşî wan kiriye û bi vê re, berdewamiya xebata rêxistinên mirovî di nava kampê de û peydakirina hawirdoreke aram ji bo niştecihan, hat dabînkirin.
Hêzên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê piştrast dikin ku ji bo tunekirina DAIŞ’ê û ideolojiya wê, dê şerê wan ê li dijî terorê ji bo parastina sivîlan û pêkanîna pêdiviyên wan, bi xurtî berdewam be.
Qendîlprêss