Elewî êdî xwe bi rêxistin dikin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku wê Meclisa Siyasî ya Rojava û Naverasta Sûriyê (PCCWS) were ragihandin.
Bi gotina çavdêriyê, ev gaveke bo avakirina rewşeke siyasî ya federal û di nav xwe de, Lazqiyê, Tertûs û beşine ji Hims û Hemayê dihewîne.
Çavdêriyê li gor çavkaniyên xwe got ku armanca vê gavê avakirina modeleke sivîl û ilmanî ye û pabendiyê bi rêgezên federalîzmê û mafên hemû pêkhate, mezheb û neteweyan bike.
Li gor çavdêriyê, ev meclis rêgezên zelal ên desthilatên birêveber, zagonsaz û dadweriyê dihewîne û beşdariya hemû pêkhateyan di piroseya siyasî de, misoger dike.
Her wekî, dê meseleya edaleta veguhêz çareser bike û hemû sûcan bighîne Dadgeha Sûcan a Navneteweyî û lêpirsînên pêwîst veke.
Qendîlprêss