Serokê rohanî yê durziyan Hikmet El Hecrî bang li dewletan û gelên azad kir ku piştgiriya durziyan bikin û destnîşan kir ku armanc ji bûyerên dawîn ên li Siwêdayê qirkirina wan bû. El Hecrî got îlankirina herêmeke serbixwe, parastinê dabîn dike.
Serokê rohanî yê durziyan Hikmet El Hecrî bang li dewlet û gelên azad kir ku piştgiriya durziyan li Siwêdayê bikin ji bo ku herêmeke serbixwe ragihînin ku parastineke daîm ji durziyan re peyda bike.
El Hecrî şandeyeke Tevgera Rîcal El Kerame bi serokatiya şêx Ebû Ziyab Mizyed Xedac li mala xwe ya bajarokê Qenawat pêşwazî kir û li wir wiha axiv: “Êşa dawîn a ku di ser Siwêdayê re derbas bûye, armanca wê tunekirina duziyan li ber çavên cîhanê bû.”
El Hecrî hewl dide ku komên din ên Siwêdayê tev li hêzên Pesdarên Nîştimanî bibin.
El Hecrî da zanîn ku tişta bi serê Siwêdayê hatiye, ne qeza bû lê planeke orgenîzekirî bû.
El Hecrî diyar kir ku şêniyan dest bi parastina hebûnê, dabînkirina siberojeke siyasî, aborî û dadwerî kiriye û wiha domand: “Ragihandina herêmeke serbixwe, rêya yekane ya parastina ewlehiyê ye.”
El Hecrî piştrast kir ku ew her tim banga aştiyê dikin û êrişkirina kesên din qebûl nakin û li hember gefên li ser Siwêdayê, parastin mafekî rewa ye.
Qendîlprêss