QSD: Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hişyar dikin – Eger tevgere xwe bidomînin, bersiva me ê were dayîn

QSD’ê der barê tevgera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora bajarokê Dêr Hafir û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku eger ev tevger bidomin bersiva wan ê were dayîn.

Ev çend roj e hin komên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora bajarokê Dêr Hafir hewl didin agirbestê têk bibin, her wiha li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî di tevgerê de ne û balafirên bêmirov li ser ezmanên herdu taxan digerînin. Têkildarî wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyanî da.

QSD’ê destnîşan kir ku kiryarên wiha peymana di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ya 1’ê Nîsanê têk dibin û ji aliyê şêniyên herdu taxan ve cihê şermezarkirinê ne.

QSD’ê di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku wan koman kontrol bike û pêşî li hewldanên têkbirina peyman û lihevkirinan bigire.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eger ev tevger bidomin hêzên QSD’ê dê di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin.

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *