Li Îranê êriş: polîsek mir yek jî birîndar

Li bajarek Îranê dijî navendek polîsan êrişek çekdarî pêkhat û tê gotin polîsek miriye û efserek jî birîndar bûye.

Li gorî medya Îranê danê siharê di encama êrişek çekdarî ya li ser navendek polîsan ya li bajarê Serwanî ya dikeve Başûr Rojhilatê Îranê de, polîsek hatiye kuştin û efserek jî birîndar bûye.

Li gorî heman çavkaniyê di bûyerê de 3 çekdarên êrişkirine jî hatine kuştin, heya niha ti komek berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.

Hêjayî gotinê ye di 26’ê Tîrmeha îsal de, dij avahiya Dadgeha Zahîdan ya Îranê êirşek hatibû kirin û di encamê de 6 kes miribûn û 22 kes jî birîndar bûn.

Wê demê koma çekdar ya bi navê Ceyş El Edl (Artêşa Dad û Wekheviyê’ berpirsyartiya êrişê girtibû ser milê xwe.

Koma Ceyş El Edl

Li gorî agahiyan koma bi navê Ceyş El Edl ango (Artêşa Dad û Wekheviyê) komeke çekdar a mûxalifên Hikûmeta Îranê ye. Ev kom xwe li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya Îranê wekî “parêzvanê mafên Suniyan” pênase dike.

Selefê Ceyş El Edlê, Cindulah (Leşkerên Xwedê) bû. Serokê Cindulahê Ebdulmelîk Rîgî sala 2009’an bi tohmeta bombebarankirina hêzên ewlehiyê û ajantiya ji bo Brîtanya û Emerîkayê ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û sala 2010’an hatibû îdamkirin.

Li gorî îstixbarata Emerîkayê, Ceyş El Edl tevlî gelek teqîn û êrişan bûye. Êrişa sala 2005’an a li dijî Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî yek ji wan bû. Ceyş El Edl zêdetirî xwe çalakiyên xwe li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê dike.

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *