CPT: Artêşa Tirk 18 caran êrişî Başûrê Kurdistanê kir

CPT ragihand ku dewleta Tirk di nava meha Tîrmehê de 18 êriş li dijî xaka Başûrê Kurdistanê pêk aniye.

Tîma Navbeynkariyê ya Xiristiyan (CPT) ku karên leşkerî, siyasî û aborî yên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê dişopîne, daneyên li ser meha Tîrmehê eşkere kir. CPT diyar kir ku li gel PKK’ê çekên xwe îmha kir jî êrişên dewleta Tirk dewam dikin. Di daxuyaniya CPT de ya li ser malpera fermî ya saziyê hate weşandin, hate ragihandin ku dewleta Tirk di navbera 1-31’ê Tîrmehê de herî kêm 18 caran êrişên hewayî pêk anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên Tirk 29’ê Tîrmehê operasyoneke nû ya bejahî da destpêkirin û karên xwe yên leşkerî dewam kir ku liv û tevgera sivîlan asteng dike û zerarê dide zeviyên çandiniyê.” Li gorî daxuyaniyê 17 ji êrişan li bejahiya Amediyê ya li bajarê Dihokê, êrişeke bi droneyê jî li bajarê Silêmaniyeyê hate kirin.

CPT diyar kir ku 22’ê Tîrmehê li Dargale Musa Bage ya li Amediyê, gel xwest li malên xwe vegere, lê belê ji aliyê leşkerên Tirk ên li herêmê ve hatin astengkirin.

Li gorî CPT, ji destpêka sala 2025’an û vir ve artêşa Tirk hezar û 696 caran êrişên leşkerî li Herêma Kurdistanê ya Federe kir. Hate ragihandin ku di encama van erişan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *