Rêveberiya Xweser zarokek radestî şandeya Brîtanyayê kir

Şandeyeke ji Brîtanyayê ku hatibû Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku dê tevkariya bi QSD û Rêveberiya Xweser re bidomînin. Her wiha Rêveberiya Xweser zarokeke malbateke DAIŞ’ê radestî şandeyê kir.

Şandeyeke Brîtanyayê ku ji berpirsa siyasî ya Nivîsgeha Sûriyeyê ya Brîtanyayê Niamh Connolly û konsola giştî ya Konsolxaneya Brîtanyayê ya li Başûrê Kurdistanê Charlotte Dixon pêk dihat, 5’ê Tebaxê hatibû Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li gorî malpera Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, şande ji aliyê cîgirê hevserokên daîreyê Robîl Beho, endamê desteya rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û şêwirmendê Deriyê Sêmalkayê Rojhat Elî û nûnera YPJ’ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Her du aliyan rewşa giştî ya li Sûriyeyê, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dan û standinên bi Şamê re nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de mekanîzmaya entegrekirina QSD û saziyên Rêveberiya Xweser di nava hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, pêşîgirtina li jinûve aktîfbûna “komên terorîst ên mîna DAIŞ’ê” hatin nîqaşkirin. Hate gotin, ev mijar hemû piştgiriya herêmî û navneteweyî hewce dikin.

Şandeya Brîtanyayê diyar kir “Em dizanin ku rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 13 salan ji şer re pir zehmet bûye. Qraltiya Yekbûyî dê bi rêya bernameyên mirovî piştgiriya parastina sivîlan û başkirina rewşa kampan didomîne û dê hewldanên mirovî li gorî pêdiviya herêmê berdewam bike.”

Endamên şandeyê bal kişand ser gefa çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê û got: “Rêxistina DAIŞ’ê gefên xwe li ser Sûriye, Iraq û deverên din didomînin û binpêkirinên xwe li dijî sivîlan didomînin. Qiraltiya Yekbûyî beşek ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ye li dijî xetereya wê û pêşîgirtina li vegera wê tevkariyê bi QSD û hevkarên xwe yên din re didomîne.”

Şandeyê spasiya QSD’ê û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û rayedarên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Di dawiyê de zarokeke brîtanî ya ji malbatên DAIŞ’ê bi rêya belgeyeke fermî ya di navbera Rêveberiya Xweser û Qraltiya Yekbûyî de ku nûnerên her du aliyan îmze kir, radestî şandeyê kir.

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *