DAIŞ êriş kir QSD’ê bersiv da

Şervanên QSD’ê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundewarê Dêrazorê têk birin. Hate diyarkirin ku di dema bersivdayîna êrişan de şervanekî QSD’ê şehîd bû û yek din birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundewarê Dêrazorê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Rêxistina DAIŞ a terorîst bi çalakiyên xwe yên terorî yên nemerdane û bê bexst ên li dijî hêzên me, hewl dide rêxistina xwe zindî bike.

Di vê çarçoveyê de şaneyeke girêdayî rêxistina terorîst a ’DAIŞ’ roja Înê li gundê Riz ê herêma Besîra yê rojhilatê Dêrazorê êrişî erebeyek leşkerî ya hêzên me kirin. Di encamê de şervanekî me şehîd bû û yekî din birîndar bûn.

Hêzên me bersiva êrişa şaneya terorîst da ku xwe li cihekî asê kiribû û şer di navbera endamên şaneya terorîst û hêzên me de derket. Piştî şaneya terorîst ji herêmê reviya, hêzên me operasyona paqijkirin û lêgerînê da destpêkirin.

Li bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî şaneyeke din a terorîst êrişî nuqteyek leşkerî ya hêzên me kir. Hêzên me bi xurtî bersiva êrişî da û hin endamên şaneyê birîndar bûn, lê hejmara wan nehat tesbîtkirin. Ji ber derbeyên hêzên me terorîst ji herêmê reviyan. Di vê êrişa nemerdane de tu windahiyên hêzên me çênebûn.

Şaneyek din a terorîst êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a di navbera bajarokên Şihêl û Bisêra êrişî de kir. Der barê vê êrişa bêbext de tu agahî nehatin bidestxistin.

Rêxistina terorîst bi êrişên xwe yên li ser hêzên me, hêzên ewlehî, sivîl û binesaziyê, hewl dide sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê werbigire da ku careke din xwe bi rêxistin bike. Hêzên me ku ji gelek cihan ve operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî didomîne, dê nehêlin rêxistina terorîst projeyên xwe yên wêraker û xirab li herêmên me pêk bîne.”

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *