Bîlançoya êrişa li Zahîdanê: 6 kuştî, 22 birîndar

Di êrîşa li ser edliyeya li bajarê Zahîdan ê Îranê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Li dijî avahiya edliyeyê ya li bajarê Zahîdan ê girêdayî eyaleta Sîstan-Belucistan, di saetên siharê de êrîş pêk hat. Di êrîşê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî êrîşê ji aliyê Yekîneya Peywendiyên bi Gel re ya Biryargeha Qudus a Artêşa Parêzvanên Şoreşê û Konseya Daraza Bilind a Îranê ve daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di saetên siharê de Edliyeya Zahîdan hatiye hedefgirtin, 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de xebatkarên dadgehê, leşker û jin û zarokek jî hene.

Koma çekdar a bi navê Ceyş El Edl (Artêşa Edalet û Wekheviyê) berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *