HPG’ê ragihand êrişên li ser qadên gerîla yên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.
Hat diyar kirin ji 13’ê Tîrmehê heta 23’yê Tîrmehê qadên gerîla bi dehan caran hatin bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da.
HPG’ê diyar kir di navbera 13 û 23’ê Tîrmehê de herêmên Metîna, Zap û Garê 6 caran bi dronên teqemenî lê barkirî, 273 caran jî bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
HPG’ê diyarkir hêzên gerîla jî bersiva êrişan dane. Her wiha hate ragihandin bi dron û balafirên bê mirov jî xebatên kefşê hatine kirin û êriş pêk hatine.
Qendîlprêss