Mesûd Pizîşkiyan di êrişa Îsraîlê ya dijî Îranê de birîndar bûbû

Hat diyarkirin serokkomarê Îranê Mesûd Pijîşkiyan di êrişa li ser civîna Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ya li Telefîfê de birîndar bûbû.

Li gorî agahiyên ajansa nuçeyan a Fars a Îranê, serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrişeke Îsraîlê de birîndar bûbû.

Hate diyarkirin ku di 15’ê Hezîranê de Îsraîlê civînek a Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hedef girt.

Ajansê da zanîn ku di civînê de ji bilî serokkomar Mesûd Pijîşkiyan, hejmarek rayedarên din ên hikumetê û leşkerên Îranê amade bûn, ku di jêrzemîna avahiyek li Tehranê de hate lidarxistin.

Li gorî heman agahiyên hatine belavkirin, êriş bi 6 mûşekan hatiye pêkanîn û rasterast deriyên ketin û derketina avahiyê hatin hedef girtin ku valehiyên hewayê bêne girtin û rayedarên hundir de werin fetisandin. Di êrişê de bi yek car elektrîka avahiyê jî qût bûbû.

Ajansa nûçeyan a Fars ragihand ku rayedarên beşdarî civînê bûn karîn bi rêya korîdorek ku di avahiyê de hatibû amadekirin birevin, lê Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan ji lingê xwe birîndar bû.

Hêjayî gotinê ye ku di 13’ê Hezîranê de Îsraîlê dibin navê ‘Operasyona Şêrê Bilind dibe’ de êrişên hewayî li ser Îranê da destpêkirin. Li ser vê yekê Îranê jî pêlên êrişan li ser Îsraîlê pêk anîn. Di şerê 12 rojan ê di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bi hezaran kes hatin kuştin û birîndar kirin.

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *