Li gorî agahiyek fermî ku îro di Federal Register de hate weşandin, rêveberiya Trump ragihand ku navê HTŞˊê ji lîsteya terorê ya biyanî derxist.
Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku berê weke rêxistineke terorîst a biyanî hatibû destnîşankirin, ji lîsteya terorîstê derxist.
HTŞˊê berê şaxa El Qaîde li Sûriyeyê bû û bi navê Cebhet El Nusra dihat naskirin. Ev not di 23ˊê Hezîranê de hatibû nivîsandin û ji hêla Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ve hatiye weşandin. Ev agahî bi fermî sêşemê tê weşandin.

Qendîlprêss