Li gorî agahiyan, dewleta Tirk qedexeya li ser geştên ji bo balafirxaneya Silêmanî, 3 mehên din jî dirêjkiriye.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk qedexeya li ser geştên asîmanî yên li ser balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê, 3 mehên din jî dirêjkiriye. Yanî qedexe heya 6’ê Cotmeha 2025’an hatiye dirêjkirin.
Hêjayî gotinê ye Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ji 3’yê Nîsana 2023’yan ve ragirtiye. DewletaTirk ragihandibû ku piştî 3’yê Tîrmehê (2023) ew ê biryarek nû bidin.
Lê piştre carek din Tirkiyeyê biryara xwe ya ji bo rawestandina geştên asmanî yên ji bo balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê Çileya 2024’an dirêj kiribû.
Piştre jî dewleta Tirk biryara qedexeyê heya 22’yê Hezîrana 2024’an de dirêj kirbû. 6’ê Çileya îsal (2025) jî biryar da ku qedexe heta 6’ê Tîrmeha heman salê dirêj bike.
Îro carek din dewleta Tirk 3 mehên din biryara qedexeya li ser balafirxaneyê dirêj kir.
Qendîlprêss