Serokê Tevgera Sedir Muqteda el-Sedir ragihand ku heta komên milîs neyên hilweşandin û çekan radestî dewletê nekin, beşdarî hilbijartina bê ya Parlamentoya Iraqê nabin beşdarî hilbijartinê nabin.
Biryare di 11’ê Mijdara îsal de hilbijartina Parlamentoya Iraqê were lidarxistin. Amadekariyên hilbijartinê dibin pêşengtiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de berdewamin.
Serokê Tevgera Sedir Muqteda el-Sedir di derbarê beşdarbûna di hilbijartina bê ya Parlamentoya Iraqê de daxuyaniyek belav kir.
Muqteda Sedir carek din helwesta xwe ya li beramberî çekên di destê komên çekdar ên li Iraqê de anî ziman û got: “Heta komên milîs neyên hilweşandin û çekan radestî dewletê nekin, beşdarî hilbijartina bê ya Parlamentoya Iraqê nabin beşdarî hilbijartinê nabin.”
Her wiha destnîşan kir ku yên ku dixwazin bila boykot bikin û yên din jî ger bixwazin li pey xwesteka desthilatiyê bikevin û got: “Heta komên çekdar neyên hilweşandin û artêş û polîs neyên bihêzkirin, heq sernakeve.”
Heman daxuyaniyê de Sedir diyar kir ku divê Iraq serbixwe be û divê ji bo çaksazî û cezakirina gendelkaran xebat bike.
Hêjayî gotinêye ku di 27’ê Adarê de Serokê Tevgera Nîştîmanî ya Şîe Muqteda Sedir ragihand, “Bila her kes bizane ku heta gendelî hebe ez tevlî ti pêvajoyek hilbijartinê ya li ser bingeha berjewendiyên mezhebî, hizbî û dûrî berjewendiyên gel nabim. Ji ber vê yekê ez ferman didim wan kesên ku berê min ji wan re gotibû dengê xwe bidin, bila dengê xwe nedin û nebin namzet. Ji berku wê ev yek bibe desteka ji bo gunehan. Ma wê çi suda tevlîbûna gendel û Baasiyan a hilbijartinan heye? Di demekî ku tevayî saziyên dewleta Iraqê ketiye di dest hêzên derve û hêzên kûr de, Iraq nefesên xwe yên dawî werdigre.”

Qendîlprêss