Serokê parlementoya Îranê ragihand ku wan hevkariya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) re dane rawestandin.
Li gorî berdevkê parlamentoya Îranê Hadîn Tehan Nezîf, serokê parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) agahdar kiriye ku Tehranê tevkariya li gel wê rawestandiye.
Berdevk ji rojnamevanan re diyar kir ku ev pêngav piştî pejirandina pêşnumeya rawestandina tevkariyê ya li gel IAEA’yê ku di civîna parlamentoyê de hatibû kirin, hat avêtin.
Serokê Parlamentoya Îranê, demek berê IAEA’yê sûcdara kiribû ku agahiyên der barê navendên nukleerî yên Îranê de dide Îsraîlê û êrişên Îsraîlê yên li ser welatê wî şermezar nekiriye.
Qalîbaf got, heya ku ewlehiya tesîsên nukleerî yên Îranê neyên mîsogerkirin, Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê dê tevkariyê bi IAEA’yê bide sekinandin.
Qendîlprêss