QSD’ê îdiayên Wezareta Hundirîna hikumet a veguhêz a Sûriyeyê derewandin

QSD’ê bi daxuyaniyekê fermî îdiayên berdevkê Wezareta Hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, ku kesên êrişa xwekujî li Dêra Mar Elyas pêk anîne ji kampa Holê hatine, derewandin. QSD’ê diyar kir ku lêpirsînan îsbat kir ku tu kes ji kampê derneketiye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku îdiayên berdevkê Wezareta Hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, ku xwekujê êrişa Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla kiriye û xwekujê din jî yê hewl da herêmên dîtir hedef bigire û ji kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketine û ne Sûriyeyî ne, derewand in.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî van îdiayan saziya taybet a QSD’ê sicilên niştecihên kampa Holê û kesên di demên borê de jê derketine keşf û kontrol kirin û hat piştrastkirin ku tu kes, ji bilî kesên li gorî daxwaza hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û tevahî jî Sûriyeyê ne, ji kampê derneketiye. Her wiha hin Iraqî jî derketin, lê ew li gorî sicîlên ku aliyê Iraqê pêşkêş kirine û ew ber bi kampa Ceda ve hatin şandin.

Li gorî daxuyaniyê, di kampê de malbatên DAIŞ’ê yên Sûriyeyî û biyanî hene û piranî jin û zarok in û tê de tu terorîstên biyanî tune ne. Ev jî pêşbîniya ku berdevkê Wezareta Hundirîn, der barê veguhastina du terorîstên ne Sûriyeyî ji kampa Holê de kiriye, red dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku QSD’ hêza yekane li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê tê koşiya û di 2019’an de DAIŞ li Baxozê têk bir. Hîna jî QSD’ê erkên xwe yên hevbeş bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî Terorê re dewam dike û ew ji aliyên niştîmanî û exlaqî pabend e ku vê erkê berdewam bike û digel pêwîstiyê de bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî vê erkê berfireh bike.

Di daxuyaniya QSD’ê de bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kirin ku lêpirsînên şefaf û dirust bike û tevî delîlan ji raya giştî re ragihîne û ew rêbaza yekane ya rêgirtina li dubarebûna van “êrişên terorî” ye.

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *