Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê li ser şerê di navbera Îsraîlê û Îran de daxuyaniyek da.
KNK’ê diyar kir ku gelê Kurd aliyekî şerê Îran û Îsraîlê nîne, ew dixwazin hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê bêne çareserkirin û got:
“Di vê pêvajoyê de ku nexşerêya herêmê dikare bê guhertin, yekrêziya nava mala Kurd girîng e.”
Ji 13’ê de Hezîranê de şer di navbera Îsraîlê û Îran bi dijwarî didome.
Gelek rexin û daxuyanî li ser vî şerî hat dayîn.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê jî daxuyaniyek da.
KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku şerê Îran û Îsraîlê şerekî nû nîne û got:
KNK: Şerê Îran û Îsraîlê bûye meseleyeke navneteweyî
Bi dehan sal in ku di navbera Îran û Îsraîlê de şer û pevçûn hene.
Heta niha ev şer di navbera Îsraîl û hêzên wekîl ên hevalbendên Îranê de çêdibû.
Lê ev 10 roj in şer raste rast di navbera Îsraîl û Îranê de pêk tê.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî tevlî şer bûye.
Ev şer her ku diçe mezintir û firehtir dibe.
Mesele ji meseleya di navbera du dewletan de derbas kiriye, bûye meseleyek navneteweyî û cîhanî.
KNK: Gelê Kurd aliyekî şerê Îran û Îsraîlê nîne
Her wiha KNK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di vî şerî de alî nîne û got:
Her çiqas em teref nebin jî, lê ev şer me ji nêzîk ve eleqedar dike û bandoreke mezin li ser gel û welatê me dike.
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek binke û baregehên leşkerî yên Îranê têne hedef girtin û di van êrîşan de gelê me yê li wê herêmê zerer dibîne.
Li alê din piraniya moşek û firokên van welatan li ser Kurdistanê re derbas dibin.
Em weke gelê Kurd ne terefê şer in û em dixwazin hemî pirs û pirsgirêkên herêma me, bi rêya diyolog û aştiyê bêne çareserkirin.
KNK: Di vê demê da yekrêziya nav mala Kurd girîng e
KNK’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:
Şerê ku ev e 21 meh in li herêma Rojhilat Navîn destpê kiriye û dewam dike.
Wê encamên mezin bi xwe re bîne.
Statukoya Sykes-Picot û Lozanê, li herêmê têk diçe.
Di encama vî şerî de dikare nexşeya herêmê bi temamî bê guhertin.
Di vê demê de yekrêziya nav mala Kurd gelek girîng e.
Divê em tevbigerin û yekîtîya xwe xurttir bikin.
KNK: Divê şerê di navbera Îran û Îsraîl û DYA bi dawî bibe
Em weke KNK, ji bo yekrêziya nav mala Kurd weke herdemî di nava liv û tevgerê de ne.
Bi vê boneyê em bang li hemû aliyan dikin ku piştgiriyê bidin hewldanên me.
Em bang li Îran, Îsraîl û DYA jî dikin ku di zûtirîn dem de şer rawestînin.
Bi hev re li ser maseya diyalogê kom bibin û pirsigrêkan bi aştî çareser bikin.
Qendîlprêss