Îsraîlê li Tehran, Isfehan û Meşhedê baregehên leşkerî û tesîsên nukleerî kirin armanc. Îranê jî bi 70 moşekan êriş bire ser Tel Avîv û deverên din ên Îsraîlê.
Êrişên Îsraîl û Îranê yên li hemberî hev bê navber dewam dikin ku 13’ê Hezîranê bi êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kir.
Îsraîlê li Tehran, Isfehan û Meşhedê êriş bir ser navendên hilberandin û avêtina moşekan. Çavkaniyên fermî yên Îsraîlê êrişa li dijî balafirgeha Meşhedê wek êrişa “herî dûr a di dîroka Îsraîlê de” nirxand.
Tel Avîvê wêneyên peykê weşandin ku balê dikişînin ser asta wêraniya li tesîsên wekî Natanz û kargehên moşekan.
Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand ku di êrişa duh a li ser Tehranê de serokê îstîxbaratê û cîgirê wî hatine kuştin.
Îranê jî 70 moşek avêtin Îsraîlê. Li gorî çavkaniyan di êrişa li Tel Avîvê de 4 kes hatine kuştin û zêdetirî 100 kes birîndar bûne, di êrişa li Heyfayê de jî 4 kes hatine kuştin, her wiha li Hefya û Tel Avîv, Heyfa û Petah Tikva ziyanên mezin çêbûne.
Qendîlprêss