Îranê kuştina 3 zanyarên din ên atomê ragihand

Li gorî ajansa nûçeyan a Tesnîm a Îranê 3 zanyarên din ên atomê yên îranî di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Li gorî ajansê zanyarên bi navên Elî Beqayî Kerîmî, Mensûr Eskerî û Seîd Burcî di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Duh Îsraîlê bi navê ‘Operasyona Şêrê Bilind’ bi dehan moşek û balafiran êrişî gelek deverên Îranê kir.

Di encamê de tevî serfermandarê artêşa Îranê û serfermandarê Pasdarên Îranê, gelek fermandar û rayedarên payebilind hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Îro Serfermandariya Artêşa Îranê nasnameyên 2 fermandarên din ên leşkerî, Xulam Riza Mehrabî û Mehdî Rebanî ku di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin, ragihandin.

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *