Îsraîlê bi 200 balafiran li Îranê xist, êrîş dewam dikin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh bi şev bi 200 balafiran li Îranê xistiye, Îranê jî diyar kir ku bi zêdeyî 100 droneyan bersiv daye. Li gorî agahiyên destpêkê Serokê Fermandariya Giştî mir, 50 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku 200 balafirên şer ên Îsraîlê tevlî êrîşên doh bi şev ên li ser Îranê bûne. Hate eşkerekirin ku li zêdeyî 100 hedefan hatiye xistin. Êrîş li ser gelek bajar û navendên nukleerê hate kirin.

ÊRÎŞ DEWAM DIKIN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku sibeha Înê êrîşên li ser navendên nukleer û leşkerî yên Îranê dewam kirin.

Berdevkê artêşê Tûggeneral Effie Defrin saet di 07:00 de li televîzyonê peyamek weşand û got, “Pîlotên me li herêmên cuda yên Îranê êrîş birin ser hedefên leşkerî û hedefên têkildarî bernameya nukleerî. Êrîş dewam dike.”

HERÎ KÊM 50 BIRÎNDAR

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, di êrîşa Îsraîlê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 50 kes birîndar bûn. Televîzyona dewletê diyar kir ku piştî êrîşê “50 kesên ji ber êrîşa Îsraîlê birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Chamranê (Tehran). Ji wan herî kêm 35 jê jin û zarok in.”

RAYEDARÊN PAYEBILIND ÊN LEŞKERÎ MIRIN

Di êrîşê de gelek payebilindên leşkerî mirin. Televîzyona dewletê diyar kir ku Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê General Mûhammed Bagerî hatiye kuştin.

BI ZÊDEYÎ 100 DRONEYAN BERSIV HATE DAYIN

Artêşa Îranê diyar kir ku zêdeyî 100 drone bi hewa xistiye û bersiv dane Îsraîlê. Tê payin ku di nava çend saetan de drone bigihêjin Îsraîlê. Artêşa Îsraîlê ji bo rawestandina van amadekariyan dike.

AGAHÎ JI TRUMP RE HATE DAYIN

Serokê DYE’yê Donald Trump ji Fox Newsê re ragihand ku wî berê zanîbû wê Îsraîl êrîşî Îranê bike û anî ziman ku divê Tehran nebe xwedî çeka nukleerî. Trump got, “Nabe ku Îran bibe xwedî bombeya nukleerê û em hêvî dikin ku li maseya danûstandinan vegere. Em ê bibînin.”

SEROKWEZÎRÊ ÎSRAÎLÊ: WÊ ÊRİŞ BİDOMİN!

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu derbarê êrişa li ser Îranê de diyarkir ku operasyon, heta ku gef bi temamî ji holê tê rakirin dê bidome.

Artêşa Îsraîlê li dijî Îranê êrişeke berfireh da destpêkirin. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu têkildarî êrişê vîdeoyek weşand.

Netanyahu, got: “Ji bo jiholêrakirina gefa Îranê ya li dijî hebûna Îsraîlê, me operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Ev operasyon, heta ku gef bi temamî ji holê tê rakirin dê bidome.”

تلاش دوباره

Naveroka qanûna çarçoveyê diyar bû

Projeyasaya çarçoveyê ya ku dê rê li ber daketina gerîlayan a ji çiyê veke, li Parlamentoya Tirkiyeyê li benda îmzeyên partiyan e. Tê pêşbînîkirin ku AK Partî û MHP îro saet 11:00an projeyasayê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin û piştî wê jî daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Li gorî planê, dê roja înê li Komîteya Dadê li ser projeyasayê were axaftin û dawiya hefteyê jî di parlamentoyê de were pesendkirin. Naveroka projeyasayê Navê projeyasayê wekî “Bihêzkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî” hatibû danîn. Li gorî nûçeya NTVyê, hûrgiliyên li ser vê yasaya ku ji 12 madeyan pêk tê eşkere bûne. Hat destnîşankirin ku ev proje ne “efûya giştî” ye. Her wiha di projeyasayê de ti madeya ku statuyekê bide Abdullah Ocalan cih nagire. Li gorî projeyasayê, endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ku bixwazin ji vê derfetê sûdê wergirin divê di nava 6 mehan de serî lê bidin. “Sûcên” beriya sala 2005an ên ku cezayê wan “cezayê heta hetayê yê girankirî” û “cezayê heta hetayê” ye li derveyî vê yasayê hatine hiştin. Ji bo “sûcên” di biniya 15 salan re 5 sal, ji bo “sûcên” di ser 15 salan re jî 10 sal bipaşxistina ceza heye. Piştî van deman dê ceza werin rakirin. Hinek biryarên yasayê dê piştî pesendkirina yasayê yekser werin sepandin lê belê hinek biryar jî dê bi mekanîzmaya “piştrastkirin û şopandinê” re hevwext dest pê bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *