Şandeyek PE’yê û parêzvanên Fransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeyek PE’yê û Rêxistina ASF’ê re civiya. Di civînê de mijarên mirovî, hiqûqî, derfeta hevkariyê di wan waran de û avakirina şiyanan di mijarên edalet û mafên mirovan de hatin gotûbêjkirin.

Şandeyek ji Parlamentoya Ewropayê (PE), parêvan û endamên Rêxistina “Parêzerên Sînornenas” (ASF) a nehikumî ya Fransayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Hevseroka daîreyê Îlham Ehmed û endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm şande pêşwaz kir.

Şande ji van aliyan pêk tê:

–Mûnîr Satorî; endamê Fransî yê Parlamentoya Ewropayê û Seroka Komîteya Mafên Mirovan (ku berê di sala 2021’an de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû) û parêzerê Baroya Parîsê ye, û Emilie Moreno seroka Komîteya Mafên Mirovan a Meclisa Niştîmanî ya Parêzerên Fransa, ku nûnertiya 164 baroyên Fransayê dike.

– Fabienne Sevran; seroka Komeleya Biratiya Giştî ya Fransî (Fraternité Générale), ku biratiyê bi rêya însiyatîfên dengî-dîtbarî, perwerdehî, çandî, werzîşî û sivîlî bi pêş dixe.

–Parêzera Baroya Parîsê û endama Parêzerên Sînornenas Marie Doss û parêzerê Baroya Parîsê û nûnerê Parêzerên Sînornenas Matthieu Yagard.

Rêxistina Parêzerên Sînornenas (ASF) rêxistineke nehikumetî ya navneteweyî ya neqezencê ye. Navenda wê wê li Fransayê ye. Ew komeleyek hevgirtinê ye û ji bo piştgirîkirina serweriya qanûnê, saziya dadwerî û mafê darizandina adilane dibe alîkar. Her weha ew şiyanên aliyên aktîv ên xwecihî di aliyê edalet û qanûnê de bi rêya pedakirina perwerdekirinê, xurt dike ku hewcedarî û zehmetiyên wan bên dabînkirin.

Her du aliyan li ser mijarên mirovî û hiqûqî û mafên mirovan, her wiha derfeta hevkariyê di van waran de û avakirina şiyanan di dosyayên edalet û mafên mirovan de nîqaş kirin.

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *