Mucahîd Korkor ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin

Rêxistina Herane ragihand ku yek ji girtiyên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li girtîgeha Şîban a li Ehwaz ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Herane ragihandî, welatiyek xelkê Ehwaz ya Îranê ku di dema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin, ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.

Hate diyarkirin ku duh Mucahîd Ebas Korkor, li girtîgeha Şîban ya li bajarê Ehwaz ya Îranê, ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.

Herane da zanîn ku beriya Mucahîd Ebas were darvekirin, malbata wî ji bo cara dawî hevdîtin gel bike ji bo girtîgehê hatibû bangkirin.

Hêjayî gotinêye ku di 20’ê Kanûna 2022’yan de Mucahîd Ebas Korkor di dema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li Pîrsûrax ya nêzîkî Êze ya ser bi parêzghea Xozistan a Îranê hatibû binçavkirin. Mucahîd Korkor di Nîsana 2023’yan de ji aliyê liqa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Ehwaz ve bi tometa ‘şerkirina li gel dîn û bêrêzîkirinê’ bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin. Di meha Mijdara 2023’yan de biryar ji aliyê liqa 39 ya Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.

تلاش دوباره

Bahçelî: Ocalan divê ji mafê hêviyê sûd werbigire, Demirtaş vegere mala xwe

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya nû û pêşnûmeya “Qanûna Çarçove” de daxuyaniyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *