Rejîma Îranê zextê li malbata Werîşe Mûradî dike

Hate zanîn ku Wezareta Îtlaetê ya Îranê gefa girtinê li endamên malbata girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî xwariye. Hat diyarkirin ku hevjînê xwişka Werîşe Mûradî jî hatiye destgîrkirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku roja 8’ê Hezîranê çend endamên malbata girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî li Sine û Tehranê ji aliyê berpirsên Îtlaetê ve hatine bangkirin û gefa girtinê li wan hatiye xwarin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku hevjînê xwişka Werîşe Mûradî, Kerîm Esxerî ku xelkê bajarokê Şiwêş ê ser bi Sineyê ve ye, ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hatiye destgîrkirin û ber bi cihek nediyar ve birine.

Hat gotin ku Kerîm Esxerî bêyî biryara dadwer, bi îşkenceyê hatiye destgîrkirin û gef li hevjîna wî Mêhrane Mûradî xwarine.

تلاش دوباره

Wêneyê malbata Ocalan li Îmraliyê

Parlamenterê DEM Partiyê yê Riheyê, Omer Ocalan, wêneyekî ji hevdîtina malbatî ya 31ê Cotmeha 2025an …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *