Endama Şendeya Îmraliyê Perwîn Bûldan diyar kir, di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de wê gelê Kurd û hemû gelên din azad bibin û got, “Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan heye û em bi wî bawer in.”
Li Wanê rêvebirên DEM Partiyê li avahiya rêxistina partiyê ya bajêr bi gel re cejn pîroz kirin. Serokwekîla Meclisê ya DEM Partiyê, Endama Şandeya Îmraliyê Perwîn Bûldan û gelek kes amade bûn.
Perwîn Bûldan diyar kir ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ di nava mîlyonan kesî de hêviyek mezin ava kir û wiha axivî, “Me bi hêviyeke mezin dest bi pêvajoyeke nû kir.
Di her hevdîtina ku me bi Birêz Ocalan re kir, ji me xwest ku em silavên wî yên taybet ji tevahiya gelê xwe re ragihînin. Bi vê wesîleyê silav û hezkirinên Birêz Ocalan ji gelê Wanê re radigînim.
Em di destpêka serdemeke nû de ne ku gelê Kurd tevî hemû gelan wê bigihêje azadiya xwe. Em ji vê pêvajoyê bawer in. Ji ber ku Birêz Ocalan heye û em bi wî bawer in.”
Qendîlprêss