Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameyên 3 endamên xwe, ku di encama êrişa bombeyê ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 endamên xwe, ku duh di encama êrişa bombeyî ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser rêya Reqa-Hesekê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi serbilindiyekê 3 endamên xwe yên “Beşa Ewlekariya Kerwan û Rêyan” ku sibeha roja yekşemê (01.06.2025’an), dema ku erkê xwe yê welatparêzî û mirovî ji bo parastina rêyan û dabînkirina ewlehiya sivîlan bi cih dianîn, şehîd bûn. Ev her sê endam di encama êrişeke xayînane ya şaneyeke rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li ser rêya “Ebyed” ya ku bajarên Hesekê û Reqayê bi hev ve girê dide, şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nav û paşnav: Mihêdî El Ugle
Navê dayikê: Nehle
Navê bav: Salih
Cih û dîroka jidayikbûnê: El Kerame 31/1/2000
Dîroka tevlêbûnê: 16.3.2025
Dîroka Şehadetê: 01.06.2025
Nav û paşnav: Mehmûd Noman
Navê dayikê: Fatime
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê 1980
Dîroka tevlêbûnê: 17.5.2025
Dîroka Şehadetê: 01.06.2025
Nav û paşnav: Îsa Osman
Navê Dayikê: Fatime
Navê Bav: Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Til Barûd 1994
Dîroka tevlêbûnê: 10/9/2020
Dîroka şehadetê: 01.06.2025
Şehîdan canê xwe yê pak ji bo azadiya gelê xwe feda kirin. Wan bi wêrekî û bi disiplîn erkên xwe di rûbirûbûna terorên ku ewlehiya sivîlan û aramiya herêmê dikin armanc, pêk dianîn. Ev tawan dê îradeya me ya berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê û jinavbirina bermahiyên wê li her derê xurtir bike.
Ji şehîdên me re rehmet, ji malbatên wan re sebir û wê fedakariya wan bibe ronahiyek li ser rêya erkê me.”
Qendîlprêss