Van rojan, di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de, alozî derketiye. Iraq dibêje ku ew mûçeyên Herêma Kurdistanê naşîne. Lewra, îro tevahiya Partiyên Başûrê Kurdistanê li Pîrmama Hewlêrê li hev civiyan.
Wan destnîşan kir ku ev biryara Iraqê ne li gor qanûn û destûrê ye û divê rêzê li karmendên herêmê bigire.
Di encamnameyê de beşdaran got ku ev biryar ne li gor qanûn û destûrê û divê Iraqê mafên karmendên Herêma Kurdistanê bi nakokiyên siyasî re û ji siyaseta zorê û fişaran dûr binirxîne.
Beşdaran diyar kirin ku ew diyalog û danustandinan baştirîn rêya çareseriyê dibînin û destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê hemû bijarde li pêşiya wan vekirîne.
Di 28’ê Gulanê de Wezareta Darayî ya Iraqê belgeyek bi îmzeya Wezîra Darayî ya Iraqê Teyfî Samî pêşkêşî Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexda kir
Belge dibêje Li gorî budceya salên 2023-2024-2025’an, Herêma Kurdistanê 12,67 ji para xwe ya budceyê wergirtiye, ji bo bûdceyê qet dahatek nemaye. Em êdî nikarin mûçeyê 8 mehên bê yên sala 2025’an ji bo Herêmê bişînin.
Qendîlprêss