Hêzên Îranê yê li ser sînorê Newsudê êriş kirin û kolberek qetil kir.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, danê siharê kolberek Kurd yê bi navê Mihemed Rehîmî yê xelkê Banewre ya bajarokê Pawe ya girêdayî parêzgeha Kirmşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, li sînorê Newsud di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest daye.
Çavkaniyê ragihand ku Mihemed Rehîmî bavê zarokek bû.
Hêjayî gotinê ye di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatin qetilkirin û 131 jî birîndar bûn.
Qendîlprêss