Cemîl Bayik û Mûrad Karayilan peyameke hevpar şandin kongreya knk’ê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Fermandarê Bîryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrad Karayilan ji Kongreya KNK’ê re peyameke hevpar şandin.

Di peyamê de qala rola KNK’ê ya di vê pêvajoyê û yekîtiya netewî de hate kirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Fermandarê Bîryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrad Karayilan ji Kongreya KNK’ê ya 23. ya Awarte re peyameke hevpar şandin.

Destpêka peyamê, delegeyên kongreyê hatin silavkirin, bal hate kişandin li ser xebatên KNK’ê yên 23 salan ku tên meşandin û hate gotin:

“KNK’ê ji bo yekîtiya kurdan xebatên girîng meşand”

“KNK, ji roja avabûnê heya niha Yekîtiya Neteweyî ya gelê Kurd kiriye rojeva xwe ya sereke û ji bo vê, xebat meşandine. Bûye nûnerê dîplomatîk ê derve yê gelê Kurd.

Pêşxistina têkiliyên di navbera Kurdan, partî û rêxistinên Kurd buye armanca sereke ya KNK’ê.”

Bal hate kişandin li ser buyer û pêşketinên ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê rû didin û hate gotin:

“Divê stratejiyeke hevpar ya Kurdan bê avakirin”

“Li Rojhilata Navîn hevsengiyên hêzê û têkiliyên nû pêş dikevin. Gelê Kurd jî hewl dide di vê pêvajoyê de bi roleke çalak rabe. Ji bo vê yekê jî ya destpêkê pêwîst, avakirina stratejiya hevpar a Kurdan e.

Di vê qonaxê de KNK xebateke girîng bi serkeftî dimeşîne. Em di wê baweriyê de ne ku wê Kongre bi vê armancê biryarên xurt bigire.”

Di payamê de qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo daye destpêkirin hate kirin û ev nirxandin hate kirin,

“Armanca me çareseriya piragirêka Kurd ya bi rêya diyalogê ye”

“Armanca me ya ji vê pêvajoyê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya diyalogê ye.

Di vê qonaxê de, erk û berpirsiyariyên dikevin ser me, em ê bi serkeftî bi cih bînin.

Em hêvî dikin ku aliyê din jî, ya ku dikeve ser wan bi cih bîne.”

Di peyama Bayik û Karayilan de hate diyar kirin Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bandor li siyaseta Kurdistan û Rojhilata Navîn kiriye û bingeha yekîtiya gelê Kurd jî xurt kiriye û hate gotin:

“Mijara yekîtiya netewî wezîfeyeke lezgîn li pêşiya me hemûyan e”

“Vê banga dîrokî ji bo gelê Kurd derfet afirand ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk pêk bînin.

Ev bang di heman demê de ji bo pêşxistina têkiliyên nû yên li gel hêzên navneteweyî, hêzên herêmî, gelên li herêmê jî hewce dike.

Gelê me, li her çar beşan jî xwe gihandiye asteke gelekî bilind a birêxistinbûn û hişmendiya azadiyê.

Rol û mîsyona KNK’ê ya di armanca avabûnê de, di vê pêvajoyê de mezintir bûye.

Mijara yekîtiya neteweyî li pêşiya me hemûyan, weke erkekî lezgîn disekine. Divê KNK hewldanên xwe zêde bike da ku bikaribe konferanseke neteweyî li dar bixe.

Em ê jî piştî vê pêvajoyê xebatên têkildarî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd bidomînin, erk û berpirsiyariyên dikevin ser me bi cih bînin.”

تلاش دوباره

Salar Rengemîz, bi tawanên sîxurî û xerabkirina ciwanan, li Sine hat cezakirin

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, der barê çalakiya ku li bajarê Sine pêk anîne de daxuyaniyek …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *