Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa têkildarî daxuyaniya PKK’ê ya der barê biryarên kongreye de got, “Ji niha û pê ve tişta ku dê biqewime girêdayî gavên hiqûqî û siyasî yên ku dewleta Tirk dê biavêje ye.”
Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa, di daxuyaniya xwe ya ji bo BBC Farsî de, li ser biryarên ku di Kongreya 12’mîn a PKK’ê de hatine girtin, nirxand.
Zagros Hîwa, di axaftina xwe ya bi Jiyar Gol re got ku heta niha tu lihevkirin an peymana nivîskî an devkî di navbera PKK û dewleta Tirk de nehatiye çêkirin û wiha got: “Tiştên ku heta niha hatine kirin, îlana yekalî ya niyeta baş ji aliyê PKK ve ye û ji bo vekirina rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, gavên yekalî ne ku ji aliyê PKK’ê ve hatine avêtin. Êdî dema wê hatiye ku aliyên din yên têkildar, bi taybetî jî dewleta Tirk, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd gavên siyasî û hiqûqî yên pêwîst bavêjin. Piştî vê, tişta ku dê biqewime bi temamî girêdayî gavên hiqûqî û siyasî yên ku dewlet dê bavêje ye.”
Zagros Hîwa, bi tekezkirina ku di pratîkê de dê Rêber Apo pêvajoyê bimeşîne, got: “Ji bo ku ew karibe vê pêvajoyê bimeşîne, divê azadiya wî ya fizîkî bê dabînkirin û divê ew di cihekî saxlem û ewle de azadane bikare bixebite da ku pêvajoyê birêve bibe.”
Qendîlprêss