Demîrtaş dibêje ku ew vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin û Birêz Ocalan roleke sereke lîstiye.
Her wekî Serokê MHP’ê Dewlet Behcelî jî bi peyamekê got ku ew spasiya Abdullah Ocalan û Dem Partiyê dike.
Demîrtaş peyama xwe bi Perwîn Buldan re şand û tê de biryarên PKK’ê bi gaveke dîrokî bi nav kir û got ku ew spasiya Rêveberiya PKK’ê, Birêz Ocalan ê ku rola sereke lîstiye, Serokkmar, Birêz Behcelî û Birêz Ozal û Rêveberiya Dem Partiyê dikin.
Demîrtaş bi rengekî taybet spasiya Perwîn Buldan û Ahmat Turk kir û got ku em bi coş pêşwaziya vê gava dîrokî dikin ku li gorî bîranîna Sirri Beg hatiye avêtin.
Êdî dema wê hatiye ku em bi hev re û bi dilsozî bixebitin ji bo aramî, refahî, demokrasî û azadiyê ku were cîbicîkirin û Tirkiye di her warî de mezin bibe.
Bila ji bo me hemûyan bi xêr û bêr be.
Em ji hemû kesî re serkeftinê dixwazin.”
Behcelî: Ez spasiya Ocalan û DEM Partî dikim
Li tenişta vê yekê Serokê MHP’ê Dewleta Behcelî spasiya Rêber Abdullah Ocalan û Dem Partî kir.
Behcelî got ku tovên aştiyê yên ku bi ked, sebir û fedakariyê li her derê welatê Tirk hatine çandin, bi hêvî hatine avdan, di encamê de şax û pel derxistine û gul vekirine.
Qendîlprêss