Mazlûm Ebdî: Biryara PKK’ê ya ji bo fesihkirina rêxistina xwe, rêzgirtina ji bo banga Serok Ocalan e

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku gava nû ya ku ji hêla PKK’ê ve hatiye avêtin wê deriyên pêvajoyeke siyasî û aştiyane li herêmê veke û got, “Hêviya me ew e ku hemû aliyên peywendîdar bi vê pêşveçûnê gavên pêwîst bavêjin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî der barê biryara PKK’ê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da.

Daxuyaniya Ebdî wiha ye: “Biryara PKK’ê ya ji bo fesihkirina rêxistina xwe, bidawîanîna rêbaza têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya demokratîk, rêzgirtina ji bo banga Serok Ocalan e. PKK’ê di têkoşîna xwe ya demdirêj de li Rojhilata Navîn roleke dîrokî û biryardar girtiye ser xwe. Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke siyasî û aştiyane li herêmê veke.

Hêviya me ew e ku bi vê pêşveçûnê re, hemû aliyên peywendîdar gavên pêwîst biavêjin û hemû dost piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

تلاش دوباره

Salar Rengemîz, bi tawanên sîxurî û xerabkirina ciwanan, li Sine hat cezakirin

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê, der barê çalakiya ku li bajarê Sine pêk anîne de daxuyaniyek …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *