Netanyahu: Em ê li dijî Hûsiyan ji berê zêdetir êrişan pêk bînin

Piştî êrişa Hûsiyan a dijî balafirgeha Ben Gurion, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got wê êrişên xwe li dijî Hûsiyan zêdetir bikin, di heman demê de wezîrê Parastinê Israel Katz jî gefan xwarin ku ew 7 qatî bersiva êrişê bidin.

Piştî koma Hûsiyan li Yemenê, bi moşekan êrişî derdora balafirgeha Ben Gurion a li Til Avîvê kir, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu soz da ku ew ê êrişên zêde li dijî Hûsiyan pêk bînin.

Netanyahu di dîmenekê de li ser Telegramê, got, “Wek me çawa kiriye, em ê dîsa jî wisa zêdetir bikin. Wê ne tenê derbeyek be, lê wê gelek teqîn pêk bên.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî ji bo heman mijarê gef li Hûsiyan xwarin ku ew ê bi 7 qatî bersivê bidin.

Katz got, “Kî li me bide em ê bi 7 qatî bersivê bidin.”

تلاش دوباره

Mucteba Xamineyî: Stokên uranyumê ji Îranê dernakevin

Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî fermaneke teqez da ku stokên uranyumê yên Îranê ji welêt neyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *