JIN

Ji pişt dîwarên sar ên girtîgehê nameya Werîşe Mûradî

Bi boneya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo girtiya siyasî Werîşe Mûradî nameyek şand û got: “Komploya ku armanc dikir bi fîzîkî Rêber Apo tine bike û gelê Kurd temamî qir bike negihişte armancên xwe.” Girtiya siyasî Werîşe Muradî ya ku li Îranê bi cezayê darvekirinê …

BERFIREH

Careke din cezayê darvekirinê li Şerîfe Mihemedî birîn

Hate ragihandin ku di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê desthilata Îranê ve cezayê darvekirinê ji bo Şerîfe Mihemedî hate pejirandin. Kampanyaya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medyaya dijîtal ragihand ku di 13’ê Sibatê de careke din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn. Hate diyarkirin …

BERFIREH

Rejîma Îranê daxwaza jinûvedarizandina Pexşan Ezîzî red kir

Parêzerê Pexşan Ezîzî da zanîn ku serlêdana jinûvedarizandinê ya ji bo Pexşan Ezîzî hatiye redkirin. Rejîma Îranê cezayê darvekirinê daye rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî. Serlêdana jinûvedarizandinê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate kirin, lê ji hêla Dadgeha Bilind a Îranê ve hate redkirin. Parêzerê Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan …

BERFIREH

Zeyneb Celaliyan: Ma jiyana mirovan ji we re ewqas bêqîmet e

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di peyama xwe ya dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî de got: “Ma jiyana mirovan ji we re ewqas bêqîmet.” Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Yezdê têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û …

BERFIREH

Werîşe Mûradî: Têkoşîna me ji bo jiyanek azad û raste

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi nameyekê bang kir; “Rabûna li hember darvekirinê, perçeyek hêja yê mirovahiyê yê têkoşîna gihîştina jiyanek azad û dilpake. têkoşîna hêja ye mirovahiyê ye ji bo jiyanek azad, bedew, rast û azad a mirovan e.” Werîşe Muradî bi …

BERFIREH

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî tê ragihandin

Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, biryar dan roja Çarşemê (22 Çile) li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin. Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî her ku diçe zêde dibin. Di vê çarçoveyê de 6 hizb …

BERFIREH

Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li vê pêvajoyê bikin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven got: “Di serî de jin tevahiya gelê me wê xwedî li her cûre pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan derkeve.” Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Sîncanê dîlgirtî ye, piştî serdana Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya Leyla Guven bi vî …

BERFIREH

Gelawêj Mihemedî Erşed ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin

jina Kurd ya bi navê Gelawêj Mihemedî Erşed (46) ya xelkê bajarê Mahabadê, ji aliyê şaxa Ceza ya li Mahabadê ve hatiye bangkirin û piştî binçavkirinê veguhestina girtîgeha Urmiyeyê. Hate gotin ku Gelawêj Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreş ya Mahabadê ve, bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’, 4 …

BERFIREH