Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz, di peyamekê de ku ji weşana zindî ya Haberturkê re şandiye, diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya “Yasaya Çarçoveyê” de ye. Ev yasaya nû ji aliyê Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatiye qebûlkirin û piştî qebûlkirina wê, li ser vê mijarê ku gelo hevserokê berê yê HDPyê dê ji yasayê sûdê wergire yan na, nîqaşên cuda derketine holê.
Parêzerê Demîrtaş, Mahsunî Karaman, berê di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî gotibû ku Demîrtaş û hevalên wî tenê ji ber xala 302yan a Yasaya Cezayan a Tirkiyeyê (TCK) girtî ne û ev xala di nav çarçoveya yasaya nû de ye. Li gorî wî, piştî ku biryara nû bikeve meriyetê, ji aliyê hiqûqî ve ji bo berdana wan ti gumanek tune ye.
Di heman demê de, rojnameger Alîşer Delek di bernameya Haberturkê de li ser rewşa Demîrtaşê axivî û got ku birayê wî, Nurettîn Demîrtaş, ku di nav kadroyên çiyê de ye, dê vegere, lê rewşa Selahattîn Demîrtaş hîn nezelal e. Piştî vê nirxandinê, Delek ragihand ku Fetî Yildiz ji wî re peyamek şandiye.
Delek got ku Yildiz di peyama xwe de eşkere kiriye: “Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya yasayê de ye.” Ev daxuyaniya Yildiz, li ser rewşa hiqûqî ya Demîrtaş û îhtîmala sûdwergirtina wî ji yasaya nû, nîqaşên li Tirkiyeyê zêde kiriye.
Qendîlprêss