Mihemed Tewhîd Penahî, kolberekî 25 salî û xelkê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di danê sibehê de li herêmên sînorî yên Hengejalê, ser bi bajarokê Bane, di encama gulebarana rasterast a hêzên çekdar ên Îranê de hat kuştin.
Li gorî agahiyên belavkirî, hêzên sînorî bêyî ku hişyarî bidin, ji nêzîk ve li Mihemed Tewhîd Penahî gulebaran kirine û di encamê de ew jiyana xwe ji dest daye.
Mihemed Tewhîd Penahî zewicî bû û niştecihê gundê Wezmele, ser bi navçeya Serşîw a Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê, bû.
Li gorî amarên sala borî, li herêmên sînorî yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 26 kolber hatine kuştin û 31 kolber jî birîndar bûne. Ji tevahiya van bûyeran, 44 kolber di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de hatine kuştin an birîndar kirin.
Qendîlprêss