Karasu: Bikaranîna hevoka “Rêxistina Terorê” di Yasaya Çarçoveyê de ne rast e

Endamê Konseya Birêveber a KCKyê Mustefa Karasu ragihand ku hê li benda pêşnûmeya Yasaya Çarçoveyê ne û piştî ku naveroka wê bibînin, helwesta xwe bi awayekî zelal eşkere bikin.

Karasu di bernameyekê ya taybet a Medya Haberê de, li ser hevdîtinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, gera DEM Partiyê, hevdîtinên bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û gotûbêjên derbarê Yasaya Çarçoveyê de nirxandin kir.

Wî got ku herçend bi rêya medyayê hin agahî li ser naveroka pêşnûmeyê gihiştine wan, lê ew vê guhertoya Yasaya Çarçoveyê bi vê forma heyî qebûl nakin.

Li gorî Karasu, bikaranîna hevoka “Rêxistina Terorê” di nav yasayê de ne rast e, ji ber ku, bi gotina wî, partiya wan xwe hilweşandiye û têkoşîna çekdarî bi dawî hatiye anîn. Wî got armanca wan ew e ku di çarçoveya siyaseta demokratîk de û bi diyarkirina statuyê de, pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bê çareserkirin.

Di dawiya axaftina xwe de, Karasu tekez kir ku ew vê pêvajoyê rast dibînin û piştgiriya wê dikin.

تلاش دوباره

KNK’ê bang li NY kir: Zextê li Tehranê bikin da ku êrişên xwe bide sekinandin

KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî kir ku zextan li Tehranê bikin daku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *